Mozaîkên Dîrokî yên li Semsûrê

Bi vekişîna ava Gola Atatürkê mozaîkên dîrokî derketin holê

Mozaîkên Dîrokî yên li Semsûrê

Li Semsûrê, piştî ku ava gola atatûrkê vekişiya, gundiyan li beravê hin mozaîkên dîrokî dîtin û xeber dan rayedaran.

Bajarê Semsûrê cihekî qedîm e û her sal li wir gelek berhemên dîrokî derdikevin.

Welatiyên ku nêzî Bendava Atatûrkê rûdinin, li berava golê hin mozaîkên dîrokî dîtin.

Gundî dibêjin ji bo ku îsal zêdetir şilî hebû ava golê zêde bû. Piştî ku av vekişiya di bin avê de mozaîk derketin.

Gundiyan xeber dan rayedaran. Rayedar jî hatin ber beravê û lêkolîn kirin.

Ev berhem ji bo danasîna bajêr gelekî bi qîmet in.

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE