Mozvanên gerok ji bo hingivê biqalîte Muşê tercîh dikin

Bi germbûna hewayê ra mozvan ji gelek bajaran hatin Deşta Muşê û zozanên wê bi cih bûn. Mozvan ji bo ku li herêmê xêr û bereketeke baş bi dest bixin hewl didin.

Mozvanên gerok ji bo hingivê biqalîte Muşê tercîh dikin

Ji ber ku Deşta Muşê ji aliyê gîha û nebatên xwe va cihekî dewlemend e, ji çar aliyê welêt mozvan tên vê derê ku hingivekî baş bi dest bixin.

Bi germbûna hewayê ra mozvan ji gelek bajaran hatin Deşta Muşê û zozanên wê bi cih bûn. Mozvan ji bo ku li herêmê xêr û bereketeke baş bi dest bixin hewl didin.

Mozvan bi şeveqa sibehê ra dest bi mesaiyê dikin, qismekî rojê bi paqijkirina kewaran û temîrkirina wan derbas dikin.

Ji ber ku îsal baran zêde barî, gîha û nebat jî hur bûn û mozvan ji vê kêfxweş bûn û hêvî dikin ku xêr û bereket zêde bibe.

Serokê Yekîtiya Xwedîkirina Mozan a Muşê Firat Pekbay got ku mozvanên gerok vê herêmê tercîh dikin.

Pakbaş diyar kir, hemû mozvanên gerok di nava sezonê da teqez Deşta Muşê bi kar tînin û wiha dewam kir:

"Mozvanên ku li Deşta Muşê  bi cih bûne û wê heta dawiya meha hezîranê li vir bimînin, paşê dertên zozanan. Zivistana îsal pir dirêj bû. Ji ber wê hilberînerên me mozvanên me sala 2022yan wekî hêvî qebûl dikin. Me bi bismillahê dest sezonê kir. Em hêvî dikin ku sezoneke bi xêr û bereket be. Floraya Deşta Mûşê dewlemend e. Mozvanên gerok ji bo ku jimara kewarên xwe zêde bikin û zêdetir hingiv bi dest bixin, meha gulan û hezîranê li deşta Muşê derbas dikin. Ji çar aliyê welêt mozvanên gerok tên Deşta Muşê. Îsal nêzî 100 hezar kewar li Muşê me danîne. Ev jî piştgiriyê dide aboriya welatê me."

Pekbay got, "Ji bilî mozvanên gerok li bajarê me 65 hezar kewarên mozan hene. Ji van salane nîvendî 900 ton hingiv tê payîn."

Orhan Işikê ku ji Hatayê hatiye Muşê got ku wî zivistan li Hatayê derbas kir û paşê hat Muşê .

Işik daxuyand, wan paqijiya biharê kir û wiha dewam kir:

"Bihara îsal pir xweş bû. Ez bawer dikim ku em ê berekî baş bi dest bixin. Li welatekî cotkarî ferz e. Heke cotkarî nebe, welat kêr nayê. 900 kewarên me hene. Em hingivê reşkewarê çêdikin. Îsal siruşt bi xwe va hatiye. Par baran nebarî, hişkahî bû û saleke xerab bû. 26 sal e ez mozvaniyê dikim. Em di meha gulanê da hatin Deşta Muşê . Li vê derê gonî hene. Hingivê goniyan meşhûr e û baş e. Ji ber wê em Deşta Muşê tercîh dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE