Bi fînansmana Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê û Îdareya Taybet a Sêrtê, bi piştgiriya walîtiya bajêr, ji aliyê mudiriyeta çand û tûrîzmê, mîrasa çandî ya bajêr ya dîrokî û gelerî tê qeydkirin. Ev xebat bi şêwirmendiya zanistî ya Zanîngeha Mêrdîn Artûkluyê tê kirin.
Berhemnên dîrokî; pir, medrese, mizgeft û dêrên dîrokî…
Lîstikên gelerî; lîstikên şevbirkan, lîstikên salonan, yên li malan û sohbetên êvaran, heta yên di nav avê de…
Stranên dengbêjan û çîrokên berê…
Lîstika çandiniya genim yanî zibare…
Hemû yek bi yek, gund bi gund, kolan bi kolan tên lêkolîn û qeydkirin.
Li Sêrtê Mudiriyeta Çand û Tûrîzmê bi ekîbên arkeolog, dîroknasên hunerê, pispor, wêjenasan li Srtê û 6 navçeyên wê, heta gundan yek bi yek digerin û mîrasa çandî qeyd dikin.
Vê xebatê di cotmeha 2018an de dest pê kir û dewam dike.
Piştî hemû xebatan bi dîmenan wê pirtûk bê çapkirin.