"Mîrata ku li paş xwe hişt, bi rastî pir mezin û watedar e"

Serok Erdogan bo Şenlerê got: "Mîrata ku li paş xwe hişt, bi rastî pir mezin û watedar e. Bi taybetî jî di heyama ku tê da dijiya Şule Yuksel Şenler yek ji wan kesan bû ku tevgerên STKyên Îslamî derdixist herî pêş."

"Mîrata ku li paş xwe hişt, bi rastî pir mezin û watedar e"

Serok Recep Tayyîp Erdogan di merasima cinazeyê rojnameger û nivîskar Şule Yuksel Şenlerê da got: "Şêweyê jiyanê yê ku li ser dihat ferzkirin qebûl nekir û ji bo ku li gor pêdiviyên baweriya xwe bijî têkoşîn da û ev têkoşîna wê ew di heyama dawîn da kir yek ji pêşengan. Mîrata ku li paş xwe hişt, bi rastî pir mezin û watedar e. Bi taybetî jî di heyama ku tê da dijiya Şule Yuksel Şenler yek ji wan kesan bû ku tevgerên STKyên Îslamî derdixist herî pêş. Înşeallah em ê di demeke nêz da li ser navê Şule Yuksel Şenler Xanimefendiyê pirtûkxaneyek û muzeyekê vekin. Li vê derê him li pirtûkxaneyê, muzeyê hemhal bibin, him qebra wê ziyaret bikin. Ez bawer dikim ku em ê bi vekirina pirtûkxane û muzeyê va jî wê di qebrê da kêfxweştir bike."

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 16:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE