Mîratên çandî yên Semsûrê li ser zînetan tên neqişkirin

Çiyayê Nemrûd, Pireya Cendere, Bajarê Antîk Perre û gelek mîratên çandî û dîrokî yên bajarê Adiyemanê li ser zînetan tên neqişkirin

Mîratên çandî yên  Semsûrê  li ser zînetan tên neqişkirin

Mîratên çandî û dîrokî yên bajarê Adiyemanê ku di lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da ne li ser zînetan tên neqişkirin.

Kesên li bajêr diçin qursên li Navenda Jin û Ciwaniyê tên dayîn reng û rûçikên bajêr li ser amûran xêz û neqş dikin.

Di bin banê Şaredariya Adiyemanê da li Navenda Jin û Ciwaniyê qursên, kundirê avî, neqişkirina sifir û xalîçe çêkirinê hatin vekirin û kesên beşdarî van qursan dibin jî neqş û şeklên cî û warên dîrokî yên bajêr li ser tiştên çêdikin, xêz dikin.

Kordînatorê navendê Ramazan Dînç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo kesên emrê wan di navbera 20 û 40 salî da ne qursê vedikin û wiha domand: "Salê bi qasî 5 hezar jin tên navendên me. Adiyeman barekî dîrokî ye û di qursan da jî ev taybetiya wê derdikeve pêş. Gelek şaristanî li ser Adiyemanê hewiyane. Em jî ji bo nasandina bajarê xwe li van qursên hanê cî û warên dîrokî ser zînetan didin neqişkirin. Çiyayê Nemrûd, Pireya Cendere, Bajarê Antîk Perre çend mînak in."

Nazli Azbayê jî got ku ew di nav karên rojane da ji bo wextê xweş derbas bike û tê qursê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE