MÎTê endamekî FETOyê li Azerbeycanê girt

Li gor agahiyên hatin hildan MÎTa ku di çarçoveya têkoşîna dijî FETOyê da operasyonên xwe yên li dervayê welêt didomîne da pey rêça Gelenê der barê wî da biryara qefaltinê derketibû.

MÎTê endamekî FETOyê li Azerbeycanê girt

Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) li Azerbeycanê operasyon bir ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û ji FETOyê mamoste Mehmet Gelen qefalt û anî Tirkiyeyê.

Li gor agahiyên hatin hildan MÎTa ku di çarçoveya têkoşîna dijî FETOyê da operasyonên xwe yên li dervayê welêt didomîne da pey rêça Gelenê der barê wî da biryara qefaltinê derketibû.

Piştî hewla derbeya bêbext a 15ê Tîrmehê li Azerbeycanê kar û xebatên FETOyê hatin sekinandin û hat ragihandin ku Gelenê li dibistanên FETOyê mamostetî dikir dema bi pasaporta sexte xwest derbasî Belarûsê bibe hat qefaltin. Belarûsê muameleyên fermî hel kir û Gelen teslîmî Azerbeycanê kir û Serokatiya MÎTê jî bi operasyoneke serkeftî ew qefalt.

Mehmet Gelenê ku ji ber "Endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" der heqê wî da biryara girtinê hebû ji Azerbeycanê anîn Tirkiyeyê.

Dîroka nûkirinê: 29 Kanûn 2018, 16:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE