MÎTê jinika ji Moldovayê û 4 zarokên wê ji destê YPG/PKKyê xilas kir

Li gor agahiyan Natalîa Barkala welatiya Moldovayê di sala 2013yan da tevî mêrê xwe yê ji Sûriyeyê û zarokên ji bona ticaretê diçe Sûriyeyê bi destê YPG/PKKyê dîl tê girtin û dibin Kampa Holê ya li bakurê Sûriyeyê.

MÎTê jinika ji Moldovayê û 4 zarokên wê ji destê YPG/PKKyê xilas kir

Natalîa Barkala welatiya Moldovayê û 4 zarokên wê ku YPG/PKKya rêxistina terorê ew li Kampa Holê ya li bakurê Sûriyeyê bi zorê digirt bi operasyona Serokatiya Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) hatin xilaskirin.

MÎTê piştî Sîlvîa Constanzo Romanaya ji Îtalyayê operasyonekê xilas kir ya din jî kir.

Li gor agahiyan Natalîa Barkala welatiya Moldovayê di sala 2013yan da tevî mêrê xwe yê ji Sûriyeyê û zarokên ji bona ticaretê diçe Sûriyeyê bi destê YPG/PKKyê dîl tê girtin û dibin Kampa Holê ya li bakurê Sûriyeyê.

Piştî ku hikûmeta Moldovayê ji Tirkiyeyê alîkarî xwest ji bona Natalîa Barkalê û zarokên wê MÎTê li herêmê operasyon da destpêkirin.

MÎTê tora îstixbarata herêmî kir dewrê û tesbît kir ku Barkal û 4 zarokên wê 23 rojan li Minbicê di girtîgehê da mane û peyra birine Kampa Holê ya PKK/YPGyê.

- Operasyon bi rêbazên îstixbaratê yên taybet hat kirin

MÎTê bi derfet û rêbazên îstixbaratê yên taybet dest bi xebatan kir û ciyê Barkalê û 4 zarokên wê tesbît kir.

Endamên MÎTê yên bi Barkalê ra ketin têkiliyê jê ra rê nîşan dan ku çawa dikare ji kampê bireve.

Barkal û zarokên wê 6ê Hezîranê bi operasyona hat kirin pêşiyê ji Kampa Holê ya li Hesekeyê hat revandin û birin herêma Herekata Kaniya Aştiyê û derbasî Til Ebyadê kirin.

- "Sipasiya Tirkiyeyê dikim"

Barkala tevî 4 zarokên xwe zû da ye di bin zexta YPGyê da ye got ku sipasiya dewleta Tirkiyeyê dikim, Tirkiye dewleteke mezin e.

Wek mayîn Serokomarê Moldovayê Igor Dodon wêneyên Barkalê û 4 zarokên wê ku vegeriyan welatê xwe û bi wan ra hatibû bal hev ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE