MÎTê mensûbê PKK/KCKyê ji bakurê Iraqê anî Tirkiyeyê

MÎTê mensûbê PKK/KCKyê ji bakurê Iraqê anî Tirkiyeyê

Mensûbê rêxistina terorê PKK/KCKyê Abdulkerim Yilmaz bi destê MÎTê ji bakurê Iraqê bo Tirkiyeyê hat anîn.

Li gorî agahiyê, der heqê Yilmazê ku li Şemdînliya Hekariyê wekî hevkarê PKK/KCKyê fealiyet kir da bi hinceta ku di sala 2015an da 4 mensûbên rêxistina terorê bi wesayîta xwe ji Derecîkê bir Şemdînliyê, ji ber sûcê "bi zanîn û xwestin alîkariya rêxistinê kir" biryara lêgerînê hat derxistin.

Abdulkerim Yilmazê ku piştî biryara lêgerînê dereqanûnî derbasî Iraqê bû û ji sala 2015an vir va li bakurê Iraqê bi qaçaxî dijî, bi xebata qanîkirinê ya MÎTê va bo Tirkiyeyê hat anîn.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE