Teşkîlata Îstîxbaratê ya Neteweyî (MÎT) Kasim Gulerê qaşo "berpirsiyarê wilayeta Tirkiyeyê" yê DEAŞê ku di kategoriya sor da lê digeriyan bi operasyonê li Sûriyeyê girt û anî Tirkiyeyê.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê MÎTê agahî hilda ku Kasim Gulerê qaşo "berpirsiyarê wilayeta Tirkiyeyê" yê DEAŞê ku di kategoriya sor da lê digeriyan û nasnavê wî Ebû Usame el Tirkî ye amadehiyan dike ku ji Sûriyeyê dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bike û çalakiyên sansasyonel bike.
Li ser vê amadehî hat kirin, ew hat şopandin û bi operasyona MÎTê li Sûriyeyê hat qefaltin û ew anîn Tirkiyeyê.
Hat tesbîtkirin Guler amadehî dikir bi çek û teqemeniyan dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibe û li ser wî gelek belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin.
Hat daxuyandin Guler di navbera salên 2008-2010an da çûye herêma Efxanistan û Pakistanê li wir tevî pevçûnan bûye û di 2014an da beşdarî DEAŞê bûye.
Gulerê di nav rêxistinê da xwedî wezîfeyên payebilind e qaşo berpirsyariya aboriyê ya Rûsya, Ewropa û Tirkiyeyê ya DEAŞê jî kiriye.AA