MÎTê qaşo fermandarê tûxayê yê PYD/YPGyê girt

MÎTê Babatê qaşo fermandarê tûxayê yê PYD/YPGyê li Sûriyeyê girt û anî Türkiyeyê

MÎTê qaşo fermandarê tûxayê yê PYD/YPGyê girt

Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) terorîst Îbrahîm Babatê bi kodnavê "Şeh Gûyî" ku qaşo fermandarê tûxaya PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKK/KCKyê ye, Sûriyeyê bi operasyonê hat girtin û anîn Türkiyeyê. 

Li gor agahiya ku hat hildan, ekîba MÎTê li Sûriyeyê bi operasyonê terorîst Babat di wesayîta wî da girt.

Terorîst Babat li ser xeta sînor ra anîn Türkiyeyê û MÎTê li gor îfadeyê wî bi unsûrên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra li herêma Herekata Kaniya Aştiyê gelek teqemeniyên destçêkirî, mayîn û funyeyên ceyranê yên rêxistinê bi dest xistin.

Her wiha bi îfadeyên Babat planên li dijî qereqol û baregehên ser sînorê Sûriye-Türkiyeyê yê Artêşa Türkiyeyê jî hatin deşîfrekirin.

Terorîst Babat di 2011ê da li Cizîrê tevî rêxistina terorê bû, li Heftanîna bakurê Iraqê di kadroya rêxistinê da dest bi fealiyetan kir, demekê li Zapê maye û paşê di 2017an da derbasî Sûriyeyê bû û weke qaşo fermandarê tûxayê hat wezîfedarkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE