"Îmtihanên KPSSyê yên di 31ê Tîrmehê da hatin betalkirin"

Serokê OSYMyê Ersoy: "Îmtihanên KPSSyê yên di 31ê Tîrmehê da hatin betalkirin"

"Îmtihanên KPSSyê yên di 31ê Tîrmehê da hatin betalkirin"

 Serokê Navenda Nirxandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) Prof. Dr. Bayram Alî Ersoy ragihand ku îmtihanên KPSSyê yên di 31ê Tîrmehê da hatin betalkirin.

Ersoyê bi biryarnameya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan weke Serokê OSYMyê hat wezîfedarkirin der barê îmtihana KPSSyê da axivî.

Serokê OSYMyê Ersoy ragihand ku îmtihanên KPSSyê yên di 31ê Tîrmehê da hatin betalkirin û got ku rûniştinên KPSSyê yên 6-7ê Tebaxa 2022yan û 14ê Tebaxa 2022yan hatin taloqkirin.

Ersoy diyar kir zemanê îmtihanên hatine betalkirin û taloqkirin wê di demeke nêzîk da ji raya giştî ra bê parvekiri û wiha got, "Bernameya nû ya KPSSyê wê di 17ê Îlonê da dest pê bike. Ji kesên ku îmtihana wan ya KPSSyê hatiye betalkirin wê ji bo îmtihana nû pere neyê xwestin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE