Mucîtê gewre yê kurd: Cezerî

Piştî 800 salî 66 amûrên wî ji nû ve hatin çêkirin....

Mucîtê gewre yê kurd: Cezerî

El cezerî di sed salên 12 û 13 an de li devara diyarbekirê jiyaye. Gelek amûr çêkirine. Ji bo zanînst û endezyariyê keda wî mezin e. Piştê 800 salan 66 berhemên wî ji nû ve hatin çêkirin. Û 15 sibatê de jî li stenbolê dê bê nîşandan.

EL Cezerî…Mucîdê gewreKurd.

26 sal li qesra Artukiyan wek serendezyar kar kir.

Bi dehan makîne çêkirin.

“gava em li huner û mekanîka Cezerî dinêrin, dixuyê ku makîneyên wî bi hunerê ve girêdayî ne. Li pişt makîneyan mejîyeke mezin a mekanîkê heye, li pêşî jî mirov dibê qey sehne daniye û behsa çîrokekî dike. loma têkiliya berhemên wî bi şano û hunere re heye, bi felsefeye re heye.”

Pêşangeh di 15ê sibatê de vedibe, heya 30’ê Hezîranê dê vekirî bimîne

Saeta fîlî,

Deriya bi 4 kilidî,

Sindoqa bi şifre,

Cezeri, di sala 1206an de pirtuka “Kitab-ül Hiyel” nivîsand û tê de amûren xwe terîf kirin.

Piştê 800 salan berhemên wî li gor kitêbê ji jû ve hatin sazkirin.

“di vê pêşangehê de ji dîtina tekerê bigrin heya makîneya buharê em behsa dîroka mekanîkê dikin. Û di navendê de Cezerî heye. me xwest bi berhemên cezerî behsa dîroka mekanîkê bikin.”

Projeya pêşangehê û çêkirina berhemên Cezerî di 15 salan de bi xebateke hesas hatiye temam kirin.

Pêşangeha berhemên Cezerî 15ê sibatê de vedibe.

Û Li vir 66 berhemên wî dê bên nîşandan.

Heya 30ê heziranê jî li UNİQ İstanbulê ji bo ziyaretê vekiriye.

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE