Muhabbet Alemdaga PKKyê kurê wê revand li bendê ye ku bigihîje ewladê xwe

Muhabbet Alemdaga PKKyê kurê wê revand li bendê ye ku bigihîje ewladê xwe

Muhabbet Alemdaga (45) li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Îzmirê ji bo kurê xwe yê rêxistina terorê revandibû çiyê çalakiya rûniştinê dikir û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê navber da çalakiyê li bendê ye ku bigihîje ewladê xwe.

Ji vir 7 sal berê Emrah Alemdagê (28) kurê Muhabbet Alemdaga li gundekî Erziromê jiyana xwe didomand bi destê PKKyê hat revandin, ji bo heman tişt neyê zarên wê yên din Alemdagê mala xwe barî Kemalpaşaya navçeya Îzmirê kir.

Alemdagê ji vir demekê berê ji bo kurê xweyê revandin çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Îzmirê dest bi nobeda ewladan kir. Alemdaga dayik ji ber pirsgirêkên tenduristiyê navber da çalakiya xwe.

Dayika li bendê ye ku kurê wê çiyê were û teslîm bibe nika amadehiyan dike ku kurê xwe yê din di meha adarê da bişîne esker.

- "Qîza xwe ya 7 salî nedît"

Alemdagê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kurê wê dema li Erziromê şivantî dikir bi hevalê wî ra hat revandin.

Muhabbet Alemdagê diyar kir ku piştî kurê wê hat revandin mala xwe barî Îzmirê kir, ji gundê wan çend zarokên din jî hatin revandi li ser vê ji bo ewladên xwe kete fikaran.

Alemdagê got gelek caran hişyarî da Emrahê kurê xwe wî jî soz da û wiha pê da çû:

"Min çend caran jê ra got 'kurê min kesî hilnede cem xwe, dema yek tê cem te bireve, li cem nesekine'. Ji min ra digot, 'dayê ez zarok nînim, tiştekê wisa nakim.' Em nizanin çito kirin. Yekî ew şandiye. Cînarekî me ew biriye çiyê û firotiye. Carekî li me geriya, got, 'Dayê ez li Kobanêyê me, werin dîtina min, qîza min jî bînin.' Min jî got, 'Qîza te piçûk e nikarim wê bînim.' Ez û bavê wî hetanî Sirûcê çûn lêbelê derbasî Sûriyeyê nebûn. Me nedît em paşda hatin. Niha kurê min ê din ew ê here esker, yê din li çiyê ye. Esker jî ewladê me ne ew jî ewladê me ye."

- "Bira hevdu dikujin, bira vê bidawî bikin"

Alemdagê got ji ber pirsgirêkên tenduristiyê navber da çalakiyê, gelekî dixwaze ku kurê wê were, kurê wê revandin hê qîza xwe ya 7 salî nedîtiye.

Alemdagê bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê ya li Garayê 13 welatiyên Tirkiyeyê şehît kiribû da û wiha axivî: "Şehîd jî zarên me ne. Zarekê me diçe esker yek diçe çiyê. Bira hevdu dikujin, bira êdî vê bidawî bikin. Sedema vê jî HDP ye. Ew zaran dibin çiyê. Zaroka dibin çiyê wan dixapînin û ji dê û bavên wan ra dixin dijmin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE