Muharrem Înce ji CHP’ê îstifa kir

Muharrem Înce: Ez nikarim bi kesên FETÖ’parêz û Sorosparêz re bimeşim

Muharrem Înce ji CHP’ê îstifa kir

Avakerê Tevgera Welat Muharrem Înce ji CHP’ê îstifa kir. Înce rexne li rêveberiya partiyê girt û got “CHP êdî tenê partieke tabelayê ye, di nav tevlîheviyeke îdeolojîk de ye.” Wekî din Înce eşkere kir ku 3 parlamenterên ku ji CHP’ê îstifa kiribûn beşdarî “Tevgera Welêt” bûne. Înce îstifaya xwe li ser e-devletê kir.

Muharrem İnce got,’’ Êdî emanetê Ataturk nemaye. Li holê tenê tabelayek heye. Ez riya xwe ji wan kesan qut dikim ku ji Emerîkayê demokrasiyê hêvî dikin.

İnce hincetên îstifaya xwe yek bi yek rêz kirin û li ser E-devletê ji endamtiya CHP’ê îstifa kir.

Înce got, ‘’Ez riya xwe ji wan kesan vediqetînim ku dibêjin Mustafa Kemal lê nabêjin Mustafa Kemal Atatürk. Ez riya xwe ji wan kesan dûr dixim ku ew FETÖ û Soros’ê diparêzin. Ez riya xwe ji wan kesan dûr dixim ku dibêjin ne karê me heye û guh nadin ser welatê şîn yanî micadeleya me yên ser behrê.’’

Avakerê “Tevgera Welêt” Muharrem Înce, li Ankarayê civîneke çapemeniyê kir. Polîtîkayê CHP’ê rexne kirin û qala hedefa xwe kir.

Muharrem Înce wiha dewam kir: ‘’Dema me cıvîn kırın em ê, jı yekî nerevın û neçın cem yekî dın. Her tıştê me dê eşkere be. Em ketın rıyeke nû. Jı bo wan kesên ku dıbêjın em mecbûrî dıdın chp’ê em hene. Em tu partıyê perçe nakın. Her sê hevalên ku îstifa kirin tevlî hereketa me bûn. Hêj ku navek me nîn e jî em ê li meclisê gelek xurt bin.’’

İnce got, nav û logoya partiya wî hazir e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE