MÜSİAD’Ê li Iraqê nûnertiya xwe vekir

Tevî şaxa Iraqê li 90 welatî hejmara nûnertiyan bû 220...

MÜSİAD’Ê li Iraqê nûnertiya xwe vekir

MÜSİAd li iraqê ye. Komeleya karsazan ku li tirkiyê gelekî berbelav e, ji bo xurtkirina dîplomasiya bazirganiyê û zêdekirina veberhênanan, li iraqê şaxeke xwe vedike. Piştî vê şaxê, hejmara nûnertiyên müsîad’ê wê li 90 welatî bibe 220.

Komeleya karsazan MÜSİAD ji bo li seranserê cîhanê berbelav bibe, hejmara şax û nûnertiyên xwe zêde dike.

MÜSÎAD ku yek ji Komeleyên herî mezin û berbelav ên Tirkiyê ye, di nav 3 mehan de ji bo li 100 welatî bi cih bibe, xebatên xwe didomîne.

Tevî şaxa li iraqê, wê li 90 welatî hejmara nûnertiyên komeleyê derkeve 220î.

Serokê Komîsyona Avabûna derwelêt a MÜSÎADÊ İbrahim Uyar, derbarê vebûna şaxa iraqê de got: “iraq ji bo me gelek girîng e, lewra têkiliyên me gelek qedîm û xurt in.”

Rêvebirê MÜSİAD’ê İbrahim Uyar: Iraq, ji bo me welatekî gelek girîng e. Têkiliyên me yên di warê dîrok, bazirganî û çandê de gelek qedîm in. Em dixwazin bi saya têkiliyên bazirganiyê, têkiliyên xwe yên qedîm dîsa xurt bikin.”

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE