MÜSİAD'ê piştgirî da aboriyê

"Nabe ku ekonomiya Tirkiyeyê tenê li gorî kûra dowîzê were nirxandin"

MÜSİAD'ê piştgirî da aboriyê

Komeleya Karsaz û Pîşesazên Misteqîl MÜSİAD'ê got; em nikarin ekonomiya Tirkiyeyê tenê bi kûra dolarê binirxînin. hat gotin ku ew li dijî xapandin û manîpulasyonan haydar in. bal hat kişandin ser wê yekê tirkiye dê wekî berê vê pêvajoyê jî derbas bike.

Komelaya Karsaz û Pîşesazên Musteqîl geşedanên dawî yên ekonomiyê nirxandin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di 3 mehên dawî de îxracata welêt li gorî îthalatê zêde dide.

Hat gotin; nabe ku aboriya Tirkiyê tenê bi kûra dolarê were nirxandin.

her wisa îfade kir ku di ekonomiyên modern de bi qasî sermayeya maddî, hewcedarî bi sermayeya civakî jî heye û di demên dawî de, tê xwestin ku rewşeke neewle çêbibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî manîpulasyonan wekî berê aboriya Tirkiyê îro jî li ser piyan e.

Hat diyarkirin ku di 20 salên dawî de aborî salane ji sedî 5 bêhnok 3 mezin bûye û wê vê pêvajoyê jî derbas bike.

Komeleyê got ku ew piştgiriyê didin polîtîkaya kêmfaîzê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE