Li Batmanê endamên Şaxa Komeleya Pîşesaz û Karsazan (MÜSİAD) pê hesiyan ku xwîna li stokên Şaxa Heyva Sor kêm bûye. Loma jî gelek kes piştî fitarê bi hev re çûn cihê xwîndanê û xwîna xwe bexşandin.
Şaxa Heyva Sor a Batmanê xebatên xwe yên li ser xwînê didomîne.
Lê belê xeber hat ku li stokên Heyva Sor xwîn kêm bûye.
Ji bona vê yekê jî endamên Şaxa Pîşesazên Serbixwe û Karsazan ketin dewrê.
Gelek kes piştî fitarê bi hev re çûn cihê xwîndanê û xwîna xwe bexşandin.
Endamên MÜSİADê dibêjin ku xwîn her tim lazim e û divê her kes xwîna xwe bide.
Pispor dibêjin ku xwîndayîn ji bo tenduristiya mirovan jî gelek baş e û divê kesek salê carekê xwîn bide.