Muteqi: "Em dixwazin bi Amerîkayê ra têkiliyên dîplomatîk daynin"

"Di xebatên restorekirin û nûkirina Efxansitanê da Tirkiye dikare bibe xwedî roleke baş"

Muteqi: "Em dixwazin bi Amerîkayê ra têkiliyên dîplomatîk daynin"

 Emirxan Muteqiyê Wekîlê Wezîrê Karên Derva yê hikûmeta Talibanê diyar kir ku di navbera Tirkiyeyê û Efxanistanê da têkiliyên dîrokî hene û wiha axivî: "Tirkiye bi îmkanên di destê xwe va dikare di xebatên restorekirin û nûkirina Efxanistanê da bibe xwedî roleke baş, veberhênanan bike û projeyan amade bike."

Muteqiyê Wekîlê Wezîrê Karên Derva yê hikûmeta Talibanê li ser daweta Wezareta Karên Derva bi heyetekê va roja pêncşemê hat Tirkiyeyê û daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

"Tirkiye di xebatên nûkirina Efxanistanê da dikare bibe xwedî roleke baş"

Muteqî pirsa nûçegihanê AAyê ya "Ligel welatên din Tirkiye ji bo we tê çi meneyeke cuda?" bersivand û diyar kir ku Tirkiye xwedî aboriyeke baş û hikûmeteke çalak e, li dinyayê bi taybetî li alema Îslamê dîplomasiyeke çalak dimeşîne.

Muteqî destnîşan kir ku di navbera Tirkiye û Efxanistanê da têkiliyên dîrokî hene û wiha pê da çû: "Tirkiye bi îmkanên di dest xwe va dikare di xebatên restorekirin û nûkirina Efxanistanê da bibe xwedî roleke baş, veberhênanan bike û projeyan amade bike. Ji hemû qadan îstifade bike."

"Nasnekirin xespkirina mafên gelê Efxanistanê ye"

Hê tu dewletek hikûmeta Talibanê nas nake Muteqî ji bo vê got "Nasnekirin xespkirina mafên gelê Efxanistanê ye" û wiha pê da çû:

"Di civînên van rojên dawîn da, di civînên li Dohayê yên bi Amerîka û heyetên Yekîtiya Ewropayê ra, civîna bi Tirkiyeyê ra hatin kirin da em dibêjin; li dinyayê dewletên wisa hatin avakirin ku hinekên wan bi hêzê, hinekên wan bi derbeyê, hinekên wan bi hikûmraniya malbatên xwe bi hilbijartinê hatin avakirin. Çima bi fermî ew tên naskirin lê dewleta fiîlî ya Efxanistanê nayê naskirin? Li gor me ev xespkirina mafên gelê Efxanistanê ye."

Muteqî got wekî ku bi fermî hatine naskirin bi gelek welatan ra têkiliyan datînin bi wan dewletan ra hevkariyê dikin û wiha axivî: "Heyetên Efxanistanê jî bi heman awayî tên pêşwazîkirin. Li Kabûlê gelek balyozxane vekirî ne. Dibe ku naskirina fermî demekê li ber xwe bide. Em dixwazin welatên cînarê Efxanistanê û welatên herêmê di vê mijarê da derkevin pêşiyê."

"Em dixwazin bi Amerîkayê ra têkiliyên dîplomatîk daynin"

Muteqî got dixwazin bi Amerîkayê ra têkiliyên dîplomatîk û aboriyê daynin û dixwazin rêveberiya Washîngtonê di pêşketina Efxanistanê da roleke çalak bilîze û wiha pê da çû: "Jixwe em hebûna wê ya eskerî naxwazin. Em naxwazin şikê bînin ser serxwebûna Efxanistanê. Di peymana li Dohayê hat çêkirin da jî tê gotin ku Amerîka di pêşketina Efxanistanê da cî bigre."

Muteqî diyar kir ku bi Rûsyayê ra jî têkiliyên wan ên baş hene, heyeta Talibanê ew ê here konferansa li ser geşedanên li Efxanistanê ya li Moskovayê were kirin û peyama gelê Efxanistanê bigihîne dinyayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE