bi xêra piştgiriyên kosgeb’ê gelek însan bûn xwediyê karê xwe. yek ji wan kesan Gönül Demi̇rtaşa mûşî ye. Gönül xanimê bi piştgiriya saziyê ji xwe re terzîxane vekir û dest bi dirûna cil û bergan û cihêzê bûkan kir.
Ewilî li mala xwe dirûn dikir.
Lê paşê bi xêra KOSGEBê ji xwe re terzîxane vekir.
Gönül Demirtaşa Mûşî ku bi salan li malê dirûn dikir, ji bo vekirina atolyeya xwe serî li KOSGEBê da.
Demirtaşa ku ji saziyê piştgiriya makîneyan girt, di demeke kurt de atolyeya xwe vekir û dest bi dirûna cil û berg û cihêzên bûkan kir.
Bi xêra vê atolyeyê, hin keç û jinên din jî ji bêkariyê filitîn û li ba Gönül xanimê dest bi kar kirin.