Muzeya astengdaran

Li Ankarayê ji bo astengdarên ku çavên wan nabînin, beşeke taybet hat avakirin 

Muzeya astengdaran

Li Muzeya medeniyetên anadoluyê ya li enqereyê ji bo astengdarên ku çavên wan nabînin beşeke taybet hat çekirin. zarokên astengdar bi vekirina vê beşê gelekî kêfxweş bûn. 

Li Muzeya Medeniyetê ya Anadoluyê, ji bo astengderan ku çavên wan nabînin beşeke taybet hat vekirin. 

Projeya bi navê ‘muzeya li ber destan û muzîka li ber destan’ cara yekemîn li Türkiyeyê dest pê kiriyê. 

Armanca vê projeye ew e ku kesên çavên van nabînin jî werin muzeyan. 

Berhemên di muzeya Medeniyetan a Anadoluyê de li vê salonê ji bo astengdaran hatin biçûkkirin ku destên xwe bidin wan. 

Herwiha li ber wan bi alfabeya Braille(Berîl), agahî hatin nivîsandin. Zarok hem van agahiyan dixwînin û him jî destên xwe didin berheman û baş fêhm dikin. 

Zarokên astengdar û malbatên wan bi vê muzeyê gelekî kêfxweş bûn. 

Ev proje wê hedî hedî li hemû muzeyên Türkiyeyê were sepandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE