Dîroka Agiriyê ya 3 hezar salî di muzeya Ehmedê Xanî de tê nîşandin. her roj bi dehan mêvan tên serdana muzeyê.
Jiyana Ehmedê Xanî û dîroka herêmê ya 3 hezar salî li Mala Bazîdê ya Kevn tê pêşkêşkirin.
Mêvanên ku dîroka bajêr meraq dikin ewilî tên serdana vê muzeyê.
Muze bi mîmariya xwe bala wenêkêşan jî dikşîne.
Turîst bangî herkesî dikin û dibêjin “werin Agiriyê û berhemên dîrokî yên li vê muzeyê bibînin.”