Şaredariya mêrdînê û ajansa pêşketinê ya dîcleyê danasîna “muzeya gastronomiyê” kir. Di çalakiyê de him xwarinên herêmî hatin çêkirin, him jî mitfaxa muzeyê ji bo aşpêjan hat vekirin.
Xwarinên cur bi cur ên herêmî...
Gişt di muzeya gastronomiyê ya Mêrdînê…
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Ajansa Pêşketina Dîcleyê danasîna “Muzeya Gastronomiyê” kir.
Di vê projeyê de wê li mitfaxa muzeyê dersa çêkirina şîv û xwarinên herêmî jî bê dayîn.
Rayedar û giregirên bajêr beşdarî merasîma vekirina muzeyê bûn.
Rêvebir dixwazin bi vî awayî him çanda Mêrdînê bidin nasîn him jî bala turîstan bikşînin.