Muzeya gerok li Ahlatê ye

Di muzeyê de amûrên Şerê Çanakkaleyê tên nîşandan...

Muzeya gerok li Ahlatê ye

Şaredarî û Qeymeqamiya Exlatê muzeya gerok a Çanakkaleyê anî navçeyê. Di muzeyê de amûrên ku di şerê Çanakkaleyê de hatine bikaranîn tên nîşandan. Muze dê hefteyekê li navçeyê be.

Li Ahlata Bedlîsê, bi hevkariya şaredarî û qeymeqamiyê projeyeke cuda hat amadekirin.

Di çarçoveya projeyê de Muzeya Gerok a Çanakklayê hat anîn navçeyê. Ji bo vekirina muzeyê jî merasîm hat lidarxistin.

Midûrê Perwedeyê yê Ahlatê Mutluk Özden: Zarokên me bila werin û vê muzeyê bibînin. Ew ê wê demê hîn bibin mezinên wan têkoşîneke çawa dane. Divê ew qehremanî her tim di hişê zarokan de be.

Di muzeyê de amûrên ku di Şerê Çanakkkaleyê de hatine bikaranîn tên nîşandan.

Muze dê hefteyekê li navçeyê bimîne. Welatî dikarin werin muzeyê û bigerin.

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE