Muzeya Lîstik û Pêlîstokê ya Şanliurfayê dîsa tê vekirin

Muzeya Lîstik û Pêlîstokê ya Şanliurfayê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hatibû girtin, piştî destpêkirna normalbûnê dîsa hat vekirin.

Di daxuyaniya Şaredariyê da hat diyarkirin ku Muzeya Lîstik û Pêlîstokê ya Şanliurfayê ya ku Şaredariya Qerekopriyê vekiribû û ji ber vîrusê 3 mehan girtî ma piştî paqijî û dezenfeksiyonê ew ê di hefteyê da 2 rojan ji bo zarokan were vekirin.

Zarokê di çarçoveya rê û rêgezan da rojên çarşem û înê di navbera saet 14.00 û 18.00an da bikaribin li mûzeyê bigerin.

Li Muzeya Lîstik û Pêlîstokê ya Şanliurfayê ya ku Şaredariya Qerekopriyê li Taxa Şênevlerê vekiribû pêlîstokên li Tirkiyeyê û hin welatan pê dilîzin hene.

Metîn Baydîlliyê Şaredarê Qerekopriyê got bi pêvajoya normalbûnê va zarokê rojên çarşem û înê derkevin derva, ji bo zarok bi dilrihetî li mûzeyê bigerin hemû tevdîr hildan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE