Li Mersînê muzeya bajêr a taybet a Mustafa Erim hat vekirin. di muzeyê de amûr û wêneyên bajêr ên kevin hene.
Bajar her ku diçin diguherin…
Lêkolînên li ser bajaran jî her ku diçe girîngtir dibin.
Ji bo vê jî him saziyên dewletê him jî muzeyên taybet nîşaneyên dîroka bajaran berhev dikin.
Yek ji wan muzeyên taybet jî a Mustafa Erim a Mersînê ye.
Wêne û nimûneyên xaniyên berê, agahiyên kesayetên girîng ên bajêr û amûrên cur bi cur tê de hene…
Ji bo lêkolîner û dildarên bajêr derfetên kevnargehê zahf in.