Mêvanan bi diyariyan kêfa zarokan anî

3 kebanî her sal diçin gundekî û kêfa zarokan xweş dikin

Mêvanan bi diyariyan kêfa zarokan anî

Li Semsûrê 3 kebanî, ev 6 sal in pereyan berhev dikin û ji bo zarokên gundan xerc dikin. Ew her 3 jinên xwedanxêr dîsa di nav zarokên gundan de bûn. 

3 kebaniyên Semsûrî 6 sal berê gotin “Ka em ji bo zarokên gundan çi bikin?”

Pişt re wan li gorî îmkanên xwe pere dan hev û pê ji zarokên gundan re pêlav, tiştên dibistanê, cil û berg kirrîn.

Jinên xwedanxêr Zeynep Kaya, Züleyha Çelik û Nilüfer Akinê îsal jî kêfa zarokên gundê Toptepeyê anî.

Wan him bi zarokan re sohbet kir him jî pasteyên ku bi destên xwe çêkirin li wan belav kirin.

Her sê jin dibêjin: “Bila kêfa biçûkan her tim xweş be.”

“Pir xweş çêbû. Ev dibistana me ya 39an e. Em bi zarokan re hatin cem hev. Me bi hev re lîst. Bi hev re xwarin xwar. Me cil û berg û lazimiyên dibistanê li wan belav kirin.”

Mamosteyên dibistanê jî bi ziyareta wan pirr kêfxweş bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE