Mêvanên Ekspresa Rojhilatê wê di rawestgeha dawîn da xweza û dîrokê bi hev ra bibînin

Rêwiyên Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ku dê 15ê Berfanbarê roja Çarşemê dest bi seferên xwe bike ku ji ber tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) navber dabûyê, li rawestgeha dawîn Qersê dê dîrok û bedewiyên xwezayê bi hev ra bibînin.

Mêvanên Ekspresa Rojhilatê wê di rawestgeha dawîn da xweza û dîrokê bi hev ra bibînin

Rêwiyên Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ku dê 15ê Berfanbarê roja Çarşemê dest bi seferên xwe bike ku ji ber tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) navber dabûyê, li rawestgeha dawîn Qersê dê dîrok û bedewiyên xwezayê bi hev ra bibînin.

Piştî ku rêwiyên Ekspresa Rojhilatê zêde bûn, li ser heman xetê di sala 2019an da ji hêla Wezareta Veguhestin û Binesaziyê, Wezareta Çand û Turîzmê û AŞya Veguhestinê ya TCDDyê va trêna Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ket xizmetê ku xizmeteke çêtir bide rêwiyan û sûdê bide turîzma navxweyî.

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ku sefera ewil a Enqere-Qersê di 29ê Gulana 2019an da kir û ji hêla turîstan hat ecibandin, di çarçoveya tedbîrên şewba Kovîd-19ê da di 2020î da seferên xwe rawestand.

Trêna turîstîk piştî rawestandina seferan dê sefera xwe ya ewil 15ê Berfanbarê roja Çarşemê bike.

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk dê tevî rêwiyên xwe yên ku dê ji hêla Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu bên rêwîkirin, ji Enqereyê bi rê bikeve û biçe Qersê. Rêwiyên trênê dê bo Anadoluya di bin berfê da geşteke mîna ya çîrokan bikin.

Rêwiyên ku diçin Qersê dê Şûnwarên Dîrokî Aniyê, Keleha Qersê, Mizgefta Ebû Menûçehr, Dêra Amenaprgîçê, Katedrala Aniyê, Dêra Dîkran Honentz û Dêra Abugramîr Pehlewûnî ziyaret dikin.

Turîstên tên bajêr her wisa diçin Gola Çildirê ziyaret dikin, bi xizeka hespan li ser gola rûqerimî tûr dikin û her wisa bi rêbaza Esmîmoyan cemedê dişikênin û masiyan digirin.

Dîsa gundê Bogatepeyê ku bi penêrê Gravyer navdar e, Sûlava Susuzê û Muzeya Dîroka Cenga Eniya Qafqasê ya li Qersê jî ji wan ciyan e ku ji hêla turîstan tên ziyaretkirin.

- Ji bendewariya me zêdetir eleqe heye"

Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Hayrettîn Çetîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Ekspresa Rojhilat a Turîstîk ji ber ku wê ji nû va dest bi seferên xwe bike ew kêfxweş in û wiha domand: "Ew ji nû va dest bi seferên xwe dike. Di gera bi trenê va piştî dîtina gelek deveran wê ziyaretvan bigihêjin Qersa me ya gazî. Bajêr bi Xirbeyên Aniyê yên li Qersê ku di Lîsteya Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da ye, Gola Çildirê, xizanga bi hespê tê kirin û navenda kaşûnê ya Sariqamîşê tevlî mîmariya Baltikê li benda mêvanê xwe ye."

Çetîn got ku him seferên Ekspresa Rojhilatê û him jî trêna turîstîk gelek bi kêrî Qersê hat û wiha domand: "Kesên tên Qersê bila goştê qazan bixwin, penêrê qaşar û gravyerê tehm bikin. Eleqe gelekî zêde ye û li gor qinaeta me heke sefer zêde jî bibin wê têrê neke."

- Ekspresa Rojhilatê ya turîstîk

Bi hevkariya Wezareta Binesazî û Gihandinê, Wezareta Çand û Turîzmê û Şirketa Anonîm a Barkêşiya TCDDê va ji bo xêr û bêra turîzmê cara ewil di 29ê Gulana 2019an da dest bi seferên Ekspresa Rojhilatê kirin lê ji ber şewba Kovîd-19ê sefer di adara 2020î da hatibûn rawestandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE