Nalên hespên şampiyon emanetî wî ne

Li navçeya ku ji heyama Osmaniyan vir da ji bo xwedîkirina hespên Ereb bûye navendeke girîng Gursesê 25 sal berê wekî seyîstî dest bi kar kir paşê bala xwe da ser meslegê nalbendiyê.

Nalên hespên şampiyon emanetî wî ne

Abdullah Gursesê li Sirûca navçeya Şanliurfayê seyîstî dikir û mêla xwe da ser nalbendiyê 20 sal e li çar aliyên Turkiyeyê hespên pêşbaziyê yên şampiyon nal dike.

Li navçeya ku ji heyama Osmaniyan vir da ji bo xwedîkirina hespên Ereb bûye navendeke girîng Gursesê 25 sal berê wekî seyîstî dest bi kar kir paşê bala xwe da ser meslegê nalbendiyê.

Gurses li Stenbol, Bursa û Enqereyê der barê nalbendiya hespên pêşbaziyê da perwerde dît û hûrgiliyên vî meslegî hîn bû.

Gurses ji bo xwe pêş bixe biqasî demekê li Edeneyê xebitî, paşê vegeriya Şanliurfayê li hîpodromê û çêwligan dest bi nalkirina hespên pêşbaziyê kir.

Abdullah Gurses daxuyanî da nûçegihanê û diyar kir ku bi saya hespên pêşbaziyê yên bavê xwe hînî hespan bû û di nav hespan da mezin bû.

Gurses diyar kir ku bi kêfxweşî meslegê xwe dike, hespên pêşbaziyê yên bi milyonan qîmeta wan hene nal dike û tevkariyê dide wan.

Gurses got ku li hin bajarên Turkiyeyê perwerde dît û wiha axivî: "Ji bo min nelbendî hezkirin bû eşq bû. Rojekê min dît ku kêfa min bi nalkirina hespan tê û min got ,'Ez ê vî karî bikim'. Di sala 2000î da ji bo perwerdeya nalbendiyê çûm Stenbolê. Min li Bursa û Enqeryê jî ji nalbendên profesyonel perwerde hilda. 2 sal şûnda çûm Edeneyê. Li wê derê 5 salan li cem mezinekî me yê bi qîmet xebitîm. 20 sal e ez bi profesyonelî vî karî dikim. Ez li her aliyên Turkiyeyê digerim. Çiqas hîpodrom hene çûm hemûyan."

"Em bi baldarî karê xwe dikin"

Gurses got hemû kesên bi hespên pêşbaziyê ra eleqedar dibin wî nas dikin.

Gurses got, "Nalbendî karekî xweş e û bi dil û can tê kirin û wiha pê da çû: 

"Hezkirina hespan cuda ye. Eeleqedarbûna bi heywanan ra baş e. Em di nav da mezin bûn û ji vî karî hez dikin. Em dixwazin hê jî pêş bikeve. Nalbendî hostetiyê lazim dike. Dibê sim bi pergal û wekhev were jêkirin û bi dorpiyê were rastkirin. Dema nel didin ser simê dibê herdû alî wekhev bin. Wê çaxê hesp dikare ring bireve. Heke bi baldarî neyê kirin dibe ku hesp seqet bibe. Ez nalbedekî wisa me ku min hespên wekî Turbo, Ayabakan, Oglumbera nal kirin. Hespên şampiyon emanetî me ne. Xwediyên hespan wan teslîmî me dikin. Karê ku em dikin wekî karê doxtoran e, şaşiya herî piçûk dibe sedema seqetbûna hespê. Ji ber vê em bi baldarî karê xwe dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE