Li Bitlisê esnafek her meh alîkariya 3 malbatan dike. Esnafê xêrxwaz ji ber şewba koronayê zêdetir jî xurekên bişîfa dixe nav koliyên alîkariyê.
Kazim Zorlu ev 15 sal in li navenda Bitlisê esnaf e.
Li ser karê xwe ye û qezenca wî jî baş e.
Lê ew dîsa jî kesên desteng ên li dora xwe îhmal nake, heta ji destê wî tê alîkariya wan dike.
Esnafê xêrxwaz her meh sifra 3 malbatan tijî dike.
Ji bo wî, xêra ku ji bo hewcedaran tê kirin ji qezancê baştir e.
Çay, şekir, miqerne, hingiv û gelek tiştên din..
Her meh li gorî îmkanên xwe koliyên xurekan hazir dike û bi xwe teslîmî hewcedaran dike.