Li Kozluka navçeya Batmanê gundiyên li gundên Tuzlagozu û Derînceyê dijîn, ji bîrê xoya kevir derdixin û bi firotina wê debara xwe dikin.
Li herdu gundan qasî 500î hewzên xoyê yên kurahiya wan digîhîje 15 mêtroyan hene. Her malbat ava şor a li hewzeke xoyê dike xoy û vê difroşe.
Ferman Atmacayê vî karê dike got ew ji bîrê xoyê derdixin dixin hewz û ava şêrîn berdidin ser ku ew bihele û bibe xoya saf a zinaran.
- "Heta ku em herin bajarên Rojavayê bixebitin em xoya li ser axa xwe derdixin û difroşin"
Atmaca got ew bi salane vî karî dikin û wiha dewam kir: "Du cure xoy derdikeve. Yek xoya zinaran, ya din jî xoya bîrê. Em xoya herêmê peyda dikin. Em li ser rêyên Batman-Kozluk û Kozluk-Bîdlîsê çewalê wê 15 û 25 lireyan difroşin. Heta ku em herin bajarên Rojavayê bixebitin em xoya li ser axa xwe derdixin û difroşin. Em mîrata ku ji mezinên me ji me ra maye didomînin."AA