Nanfiroş 24 saetan vekirî ne

Ji bo gel mexdûr nebe 24 saetan nan çêdikin.

Nanfiroş 24 saetan vekirî ne

Dawiya hefteyan, li seranserê welêt 56 saetan derketina derve qedexe ye. Lêbelê hin dever ji bo welatî mexdûr nebin ji vê qedexeyê mûaf in. Yek ji wan cihan jî firin in.

Ji bo şewba koronayê were kontrolkirin li seranserê welêt, dawiya hefteyan qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Di vê qedexeyê de ji bo xelk mexdûr nebin hin sektor 24 saetan di xizmeta welatiyan de ne.

Nanfiroş ji bilî nan, kulîçeyan û şêraniyê jî çêdikin.

Nanfiroş hem ji bo dikanan serwîsê dikin hem jî li cihê xwe xizmetê dide welatiyan.

Qedexeyê roja înê saet di 9ê êvarê de dest pê kir û heta roja duşemê saet 5ê sibehê dê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE