Şaredariya Semsûrê ji bo nanên kartî neçin çopê, li kuçeyên bajêr qutiyên taybet bi cih kirin. Şaredarî dê nanên bên komkirin, bibe çolê û bide heywanan.
Semsûrî ji vir û pê ve wê nanên kartî biavêjin van qutiyan.
Şaredariya Semsûrê ji bo nanên kartî neçin çopê û bi kêrî tiştekî werin li seranserê bajêr qutiyên taybet bi cih kirin.
Şaredarî dê van nanên ku wê bên komkirin bibe çolê û bide heywanan.
Bi saya vê projeyê him dê heywan birçî nemînin him jî nan wê neçe çopê.