Rêveberiya Asayişa Hewlêrê nasname û fotografê yek ji faîlê êrîşa ku tê de wezîfedarekî Serkonsoliya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê şehîd ket weşand.
Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Asayişa Giştî ya Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de, nasnameya yek ji faîlê êrîşa ku tê de wezîfedarekî Serkonsoliya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê şehîd ket û 2 welatiyên Iraqê canê xwe ji dest dabûn, hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji faîlan, navê wî Mazlum Dag e ku sala 1992an li Diyarbekirê ji dayik bûye.
Asayişê fotografê êrîşkarî jî belav kir û bangazî li welatiyên xwedî zanyarî derbarê kesê navborî de kir ku îxbara wî ji hêzên ewlekariyê re bikin.
Di daxuyaniyê de herwiha tekezî li wê yekê hat kirin ku xebata lêgerîna êrîşkarî berdewam e.
Duh li Hewlêrê di encama êrîşeke çedarî de dîplomatekî li Serkonsoliya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê wezîfedar şehîd ketibû û 2 welatiyên Iraqê jî canê xwe ji dest dabûn.
AA