NATO: Parastina Ewropayê piranî ji hêla welatên wekî Türkiyeyê yên dervayî YEyê tê pêkanîn

Stoltenberg hevpeyvînek da ajansa nûçeyan a AFPyê û diyar kir ku parastina Ewropayê xwe naspêre "xwesrika stratejîk" a ku YE demeke dixwaze bîne bêtir xwe dispêre pêwendiyên transatlantîk.

NATO: Parastina Ewropayê piranî ji hêla welatên wekî Türkiyeyê yên dervayî YEyê tê pêkanîn

 Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku li bakur welatên wekî Amerîka, Kanada û Îngiltere ji başûr jî welatên wekî Türkiyeyê yên ku endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) nînin Ewropayê diparêzin.

Stoltenberg hevpeyvînek da ajansa nûçeyan a AFPyê û diyar kir ku parastina Ewropayê xwe naspêre "xwesrika stratejîk" a ku YE demeke dixwaze bîne bêtir xwe dispêre pêwendiyên transatlantîk.

Stoltenberg destnîşan kir ku piraniya welatên YEyê di heman demê de mitefîkê NATOyê ne û ji sedî 90ê nifûsa YEyê li welatên NATOyê dijî û diyar kir ku ji ber hewlên zêdekirin xerckirinên parastinê yên YEyê kêfxweş e lêbelê hember "xweseriya stratejîk " a ku bi taybetî Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê diparêze biguman e.

Stoltenberg di mixajara xerckirinên parastinê yên YEyê da got ku "Em ji ber van hemû hewlan biqasî ku NATOyê temam bike kêfxweş in. Lêbelê YE nikare Ewropayê biparêze."

Stoltenberg diyar kir digel ku ji sedî 90ê nifûsa YEyê li welatên NATOyê ye tenê ji sedî 20ê xerckirinên parastinê yên NATOyê ji van welatan tê û da zanîn ku NATO bi gelek ezmûnên wekî Rûsya, pêşketina Çînê, êrîşên sîber û rêxistina terorê ya navneteweyî ra rûbirû ye.

Stoltenberg wiha axivî: "Ez tena serê xwe ji Ewropayê jî ji Amerîkaya Bakur jî bawer nakim. Ez piştevaniya stratejîk a herduyan ya di nav NATOyê da bawer dikim. Ji ber ku tu welat an jî parzemîn tenê serê xwe nikare ku ezmûnên ewlehiyê yên ku em îro rûbirû ne bi rê va bibe."

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg destnîşan kir ku wer coxrafî li bakur dijî Rûsyayê Amerîka, Kanada û Îngiltere Ewropayê diparêzin û yek ji van jî endamên YEyê nînin.

Stoltenberg got ku li başûrê rojhilat jî Türkiyeya ku bi Iraq û Sûriyeyê ra sînora wê heye û dîsa endamê YEyê nîne di parastina NATOyê da roleke gelekî girîng dilîze û destnîşan kir ku Türkiye "bi taybetî di têkoşîna dijî DEAŞê da welatekî girîng e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE