Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku navê aşiya Kovîd-19ê ya xwemalî "TURKOVAC" e
Ji bo xebata Faz-3yê ya aşiya Kovîd-19ê ya xwemalî li Nexweşxaneya Bajêr ya Enqereyê bernameya aşîkirina kesên dildar hat lidarxistin û Serokomar Erdogan bi vîdeo konferansê beşdarî bernameyê bû.
Serokomar Erdogan der barê aşiya Kovîd-19ê ya xwemalî da got bi vê aşîkirina ku faza sêyemîn ya ewil tê lêxistin Tirkiye di vê meseleyê da deriyê heyameke nû vedike.
Erdogan der barê têkoşîna dijî Kovîd-19ê da got ku di nav çend hefteyan da em ê li welatê xwe temamiya kesên ji 18 salî mezintir hildin dora aşîkirinê.
Serokomar Erdogan ragihand ku navê aşiya Kovîd-19ê ya xwemalî "TURKOVAC" e.AA