Navê "dayika Sabiha" ya mêvanperwer dan nebata ku keşf kirin

Akademîsyenan ji bo bîranîna Sabiha Pinara Diyarbekirî ku deriyê mala xwe li wan vekir û sala 2011an jiyana xwe ji dest da, navê "Muscari sabihapinari" dan cinsê simbilê yê ku keşf kirin.

Navê "dayika Sabiha" ya mêvanperwer dan nebata ku keşf kirin

Akademîsyenan navê Sabiha Pinara Diyarbekirî ku deriyê mala xwe li wan vekir û sala 2011an jiyana xwe ji dest da, dan cinsê simbila ku di lêkolînên xwe yên li Edene û Sêwasê da keşf kirin û li lîteratura dinyayê zêde kirin.

Damezirînerê Navenda Flora û Faunayê û Serokê Makezanista Botanîkê ya Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fen-Edebiyatê ya Zanîngeha Sêrtê Doç. Dr. Mehmet Fidan tevî hevalên xwe yên akademîsyen li Edene û Sêwasê di xebatên zeviyê da rastî cinsekî simbilê yê ku heta niha nedîtine, hatin.

Akademîsyenan di encama şopandina 3 salan da keşf kirin ku nebata navborî, cinsekî wisa ye ku heta niha nehatiye qeydkirin û li lîteraturê nehatiye zêdekirin. Akademîsyenan ji bo bîranîna Sabiha Pinara Diyarbekirî ku deriyê mala xwe li wan vekir û sala 2011an jiyana xwe ji dest da, li gorî rêgezên Latînî navê "Muscari sabihapinari" dan cinsê simbilê yê nû.

Doç. Dr. Mehmet Fidan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li ser nebatên ku ew li herêmên cuda yên Tirkiyeyê berhev dikin, li muzeya nebatan (Herbaryum) di çarçoveya daneyên zanistî da vekolînan dikin.

Fidan bal kişand ku li Tirkiyeyê bi qasî parzemîna Ewropayê cinsên nebatan hene û wiha dewam kir, "Tirkiye ji hêla nebatên endemîk herêmeke pir dewlemend e. Ji nebatan jê bi qasî sedî 30-35ê wê, nebatên endemîk in. Ev rêjeyeke pir zêde ye. Lewma jî em ji bo dîtina nebatên endemîk xebatan dimeşînin."

Fidan diyar kir, digel Doç. Dr. Suleyman Mesut Pinar û Peywirdarê Lêkolînê yê Dr. Huseyîn Eroglu wan di xebatên xwe yê zeviyê yên li herêmên Edene û Sêwasê da nebatek keşf kir û li gorî rêgezên Latînî navê "Muscari sabihapinari" dan.

Fidan wiha axivî, "Dayika Sabiha gava em ji bo xebatên zeviyê diçûn herêmê, li Diyarbekirê deriyê xwe ji me ra vedikir, xwarin dida me, li me dia dikir û em wisa dişandin. Piştî ku dayika Sabiha mir, me xwest em bîranîna wê bidomînin. Lewma me navê wê lê kir. Ez wê dîsa bi rehmet û minet bi bîr tînim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE