Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bona Ayda Gezgîna 4 salî ku piştî erdheja li Bayrakliya navçeya Îzmirê 91 seet bi şun da ji bin kavilên Apartûman Riza Begê hat derxistin peyamekê weşand.
Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê Aydayê parve kir û wiha got: "Navê mûcîzeyê Ayda ye... Şikir ji Xwedê ra ku 91 seet bi şun da bi wan çavên te yên dikenin Xwedê hêviyên nû da me hemûyan. Derbasî be keça min a delal..."AA