Navê Miyazakî yê qehremanê erdheja Wanê nayê jibîrkirin

Navê Miyazakî yê ji Japonyayê hat û alîkariya erdhejzedeyên Wanê kir nayê jibîrkirin.

Navê Miyazakî yê qehremanê erdheja Wanê nayê jibîrkirin

Dildarê alîkariyê Dr. Miyazakî Atsushi yê Japon yê ku li Wanê di erdheja 9ê mijdara 2011an da miribû bi alîkarî û rûkenbûna xwe va di dilê gelê Wanê da dijî.

Piştî ku di 23yê cotmeha 2011an da li bajêr bi lerza 7,2 erd hejiya, Miyazakî Atsushî bi komek dildarên "AAR Japon"a saziya civakê ya sivîl ra hat Wanê û hewl da ku alîkariya welatiyan bike û birînan wan bipêçe.

Miyazakî şev û roj alavên alîkariyê gîhandin erdhejzedeyên li gundên ku di erdhejê da zirar dîtine dijîn.

Di 9ê mijdarê da bi lerza 5,6 erdhejek çêbû û otela ku Miyazakî, rojnamevan Sebahattîn Yilmaz û Cem Emîr lê diman hilweşiya û ew di bin kavilê otelê da ma. 

Miyazakiyê birîndar ji bin kavilan hat derxistin, lê dema ew gihandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê ew li wir mir.

Ji ser mirina wî 10 sal derbas bûn lê hê jî navê Miyazakî li bajêr nehatiye jibîrkirin û ew wek "lehengê erdhejê" tê bibîranîn.

Navê Miyazakiyê rûken yê ku alîkariya însanan dikir li bajêr dane gelek dibistan, salonên civînê, laboratuvar, park û kolanan ku ew di dilê Waniyan da dijî û nayê jibîrkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE