Bedirxan Mistefayê 11 mehî û dayika wî, li Colemêrgê bi destê rêxistina terorî hatibûn qetilkirin. Navê pitikê 11 mehî li Mısırca Sêrtê, li poleke mektebê hat dayîn.
Bedirxan Mistefa, tevî dayîka xwe dema diçûn serdana bavê xwe yê esker, li Colemêrgê hatibû şehîdkirin.
Navê Bedirxanê Şehîd ê 11 mehî, Li sinifeke Mekteba Kocatepeyê ya Misirca Sêrtê hat kirin. Tevî qeymeqamê Misircê Êhsan Emre Aydin, rêvebir û giregirên bajêr, tevlî vekirina polê bûn.
Qeymeqam Aydin got; “Em vî welatî ji qatilên pitikan re nahêlin. Bi xelkê xwe re, em ê bersiva herî baş bidin van xayînan.”