Serok Erdogan ragihand, navçe û gundên Duzce, Rîze û Artvînê yên ku ketin ber lehiyê dê wekî herêma afatê bên ragihandin.
"Li navçeyên me yên Rîze, Artvîn û Duzceyê ji bo pêçana birînên bobelata lehiyê çi gav pêwîst bin, em diavêjin."
Erdogan got li ciyên dê wekî herêma afatê bên ragihandin prîmên SGKyê û paşdadayîna krediyên esnaf dê bên paşdaxistin, ji bo ziyanên eşya, kargeh û wesayîtan alîkarî dê were dayîn.
AA