Navdar piştgiriyê didin operasyonê

Navdarên Tirkiyê jî piştgirî dan operasyona li ser rojhilatê Firatê...

Navdar piştgiriyê didin operasyonê

Li Seranserê Welêt piştgirî û alîkariya ji bo operasyona kaniya aştiyê dewam dike. Vê carê jî stranbêj û hunermendên Tirkiyê piştgiriya xwe anîn ziman.

Operasyona Kaniya Aştiyê dewam dike.

Li seranserê welêt destekeke mezin heye ji bo operasyonê.

Ji stranbêj û hunermendan bigirin heta porvanan gelek kes ji bo serkeftin û piştgiriya operasyonê peyaman diweşînin.

Orhan Gencebay: Hemû zarok û şêrên me ne. Leşkerên me perçeyekî me ne. em li hêviya wan e. Em ji bo saxî û silametiya wan dia dikin. Em bawer in, wê hemû wek şêran wezîfeya xwe bikin. Înşelah wê her tişt baştir bibe. Ev welat hêjayî her tiştî ye.

Ji bilî stranbêjê navdar Orhan Gencebay, stranbêj Muazzez Ersoyê jî bi saya kamerayên TRT’ê ji leşkeran re peyam şand.

Muazzez Ersoy:Leşkerên me yên delal, berxên dayikên xwe. Em bi dil û can bi we re ne. Ez him diya we him jî xwîşka we me. Viya baş zanibin ku daxwaza me ya herî mezin bi awayekî serkeftî qedandina operasyonê ye. Bi xêr û xweşiyê vegerin mala xwe.

Ji xeynî wan gelek navdar û hunermendên din jî piştgiriyê didin operasyonê.

Mustafa Ceceli:Xwedê alîkarê leşkerên me be û wan biparêze. Wan di serê operasyonê de wekî ku diçin dawetekê peyam dan. Em jî ji vê peyama wan gelek hestiyar bûn.

Uğur Işilak:Leşkerên me ne tenê esker in. Leşkerê me di heman demê de sitara me ye. Leşker dil cegera me ye. Leşker ji bo me wek stargehekê ye.

Kiraç jî ji bo piştgiriya leşkeran derket pêş kamerayê û ji bo strana xwe ya “Sirûda Welêt” klîbek çêkir.

Hin kesan jî li ser medyaya civakî piştgirî dan operasyonê.

Lîstikvan Cüneyt Arkin jî bangî leşkeran kir û ji wan re got: “Hûn şêrên me ne.”

Stranbêj Tarkan jî ji bo şehîdên operasyonê peyama sersaxiyê weşand.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE