Navend Adana li 11 bajarî di çarçoveya lêpirsîna bertîlê da ji bo 46 şikbaran biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr agahî hildan ku bêusil reçete tên nivîsandin û bi neheqî qezencê bi dest dixin û zirarê didin dewletê, dermanên dibê ji bo şêrpençeyê werin bikaranîn jî ji bo nexweşan naxebitînin difroşin Azerbeycan, Sûriye, Îran û Iraqê, dermanên dibê bi reçeteya kesk werin firotin jî bê reçete difroşin û bazirganiya hişbirê dikin. Ekîban li ser vê dest bi xebatan kir.
Di çarçoveya lêpirsînê da ekîban Adana navend li 11 bajarî operasyon birin ser alîkarekî midûr ê li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, 4 doxtor, 2 xebatkarên navenda tenduristiyê, 2 biyolog, 9 dermanfiroş, 13 dermanxane û xebatkarên saziyên dermanan bi tevahî 46 kesan.
Hin şikbarên di operasyonê da hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin ewlekariyê.
Wekî mayîn hat îdiakirin ku şikbaran di nav hev da 12 milyon pere transfer kirine.AA