Navend Balikesîr li 4 bajaran di operayona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 8 şikbar hatin binçavkirin.
Di lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê tê meşandin da der barê 10 kesên qeyda wan li hin komele, sendîka, dibistan û bankayên hatine girtin da heye da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr ji bo şikbaran bigirin li Balikesir, İzmir, Çorum û Mardinê operasyon dan destpêkirin.
Di operasyonên hevdem da 8 şikbar hatin binçavkirin.
Ji bo 2 şikbarên din jî bên girtin xebat dewm dikin.
AA