Navend Diyarbekir di lêpirsîna dijî rêxistina terorê PKKyê da ji 105 berşikên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hat derxistin, 66 jê hatin qefaltin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê da ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" û "astengkirina cîbicîanîna peywirê" der heqê 105 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di vê çarçoveyê da navend Diyarbekir li Mêrdîn, Şanliurfa, Stenbol, Bidlîs û Batmanê operasyona hevdem hat kirin.
Di operasyonê da 66 berşik hatin binçavkirin.
Xebatên binçavkirina berşikên mayîn jî didomin.
AA