Navend Edene li 6 bajaran di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 16 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna FETOyê ya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da ji bo 18 kesên der barê wan da biryara binçavkirinê hatiye dayîn xebat hatin destpêkirin.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr navend Edene li 6 bajaran li dijî endamên FETOyê yên bernameya "ByLock"ê bi kar anîne operasyon kirin.
Di operasyonê da esker, polês, gardiyan, endezyarên komputerê ji pîşeyên cuda 16 şikbar hatin binçavkirin.
Ji bo 2 şikbarên din jî bên girtin xebat dewam dikin.
AA