Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê navend Edene li 5 bajaran di lêpirsîna li hemberî rêxistina sûcên organîze ya biçek da der barê 74 şikbaran da biryara binçavkirinê da.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Edeneyê li ser telîmata Serdozgeriya Komara Enqereyê navend Edene li 5 bajaran li hemberî rêxistina sûcên organîze xebat da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da li 87 navnîşanên li Edene, Konya, Mersîn, Mêrdîn û Îzmirê li hemberî şikbarên tê îdiakirin mêr kuştine, bertîl hildane, çek sened hildane, propagandaya rêxistina terorê kirine serê sibê operasyon hat kirin.
Polêsên tevgera taybet jî piştgirî dan operasyonê, tîman derî şikênandin ketin malan.
Midûrê girtîgehê, polês jî di nav da gelek şikbar hatin girtin.
Piştî kontrola wan a tenduristiyê tîman şikbar birin ewlehiyê.
AA