Di lêpirsîna FETOyê ya li Enqereyê da ji Fermandariya Hêzên Bejayê 32 jê li ser kar der barê 36 esker û îmamekî mehrem da biryara binçavkirinê hat derxistin.
Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat dayîn, der barê 36 esker û îmamekî mehrem yên ku tê îdiakirin ku bi endamên FETOyê ra li ser telefonên biankesor û bikontor va axivîne lêpirsin dan destpêkirin.
Serdozgeriyê di vê çarçoveyê da 32 jê li ser kar der barê 36 esker û îmamekî mehrem yên ku li Fermandariya Hêzên Bejayê wezîfedarin biryara binçavkirinê derxist.
Li ser telîmata Serozgeriya Komarê ya Stenbolê tîmên Şaxa Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Bajêr li 22 bajaran di heman dem de derketin operasyonê. Di operasyonan de 24 şikbar hatin binçavkirin. Xebatên ji bo girtina şikbarên din jî didomin.
AA