Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê tê meşandin da 14 kes ji ber îdiaya "rêxistina sûcê ava kirine û qumar dane lîstin" hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat gotin di operasyona li hemberî kesên rêxistina sûcê ava kirine û qumar dane lîstin da 2 kes li Antalyayê, 7 kes li Bursayê, 5 kes jî li Stenbolê hatin binçavkirin.
Hat gotin karê şikbaran li Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Sîber a Midûriya Ewlehiya Enqereyê dewam dike. Piştî îfadeya wan temam bibe ewê sewqî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bibin.
AA