Navend İstanbul li 21 bajarî operasyona FETOyê

Navend İstanbul li 21 bajarî operasyona FETOyê

Di lêpirsîna şaxa nav Artêşa Tirkiyeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji bo 53 kesên ku derheqê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn, İstanbul navend li 21 bajaran di heman demê da operasyon dan destpêkirin. Di nav gumanbaran da kesên li ser wezîfeyê jî hene.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya İstanbulê  li ser şaxa FETOyê ya nav Artêşa Tirkiyeyê dimeşîne da xebatên tesbîtkirina kesên ku "rêvebirê rêxistinê (sivîl)" ji bo agahdarkirina nav rêxistinê bi têlefona ankesor an jî ya sabît li wan geriyane, dewam dike.   

Di vê çarçoveyê da beyanên îtifarkeran hat hildan û li gor wan beyanan teşxîs û dahûrînên teknîkî hatin kirin. Li gor encaman derheqê 53 gumanbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn. Di nav gumanbaran wezîfedar, teqawidbûyî, îxracbûyî û eskerên ku îstifa kirine jî hene. 

Li gor telîmata dozger ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Qaçaxcîtiyê ya Midûriya Ewlehiya İstanbulê  ketin dewrê û ji bo girtina gumanbaran İstanbul navend li 21 bajaran di heman demê da operasyon dan destpêkirin.

Di çarçoveya operasyona ku dewam dike da hat ragihandin ku qismekî gumanbaran hatin girtin, li navnîşanan lêgerîn dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE