Mêrdîn navend li 12 bajêran di çarçoveya lêpirsîna dijî pêkhateya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di nava Artêşa Tirkiyeyê da, 6ê wan yên ku hatibûn îxrackirin bi tevahî 14 esker hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna pêkhateya FETOyê de, di nava Artêşê da ji bo 16 berşikên ku 8 jê muwezef in û hat tesbîtkirin ku endamên rêxistinê ne û ji ankesoran li wan geriyan, biryara qefaltinê da.
Tîmên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajar li Mêrdîn, Enqere, Konya, Agirî, Tokat, Manîsa, Elezîz, Îstanbul, Karaman, Denîzlî, Bîlecik û Hatayê operasyona hevdem li dar xist.
Di operasyonê da 14 berşik hatin girtin.
Xebatên qefaltina 2 berşikên firarî berdewam in.
AA